Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana êrîşa çeteyan ya li dijî nuqteya şervanan li aliyê gundê El-Cat têk bir.
Navenda çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku komeke çeteyên dewleta Tirk êrîşî nuqteya şervanan a li aliyê gundê El-Cat yê bakur-rojhilatê bajarê Minbicê kir.
Li gorî heman çavkaniyê, şervanan ew êrîş têk bir, lê agahiyên berfirehtir der barê êrîşê de nehatin biparvekirin.
Her wiha duh jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku li gundê Qasimiyê yê Til Temirê bi cih bûne, êrîşek bir ser gundê Um El-Kêf ê Til Temirê.
Li wir jî êrîş ji aliyê şervanan ve hat têkbirin û hejmareke çete kuşt û birîndar kir.