Xelkê Şengalê: Em ê li hember serokê DAIŞ’ê Erdogan xwe biparêzin

Gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê dewam dikin û demên dawî de îdiayên êrîşeke din hene. Li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker xelkê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe, di nava berxwedanê de ne.

Îro jî xelkên Şengalê li hemberî gef û êrîşan, ji bo piştgirîdayîna şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi sazî û rêxistinên xwe re serdana navenda YBŞ’ê ya li Xanesorê kir.

Şêniyan li dijî plana dagirkirina Şengalê daxuyaniyek da û komkujiya DAIŞ’ê ya gundê Koço ku beriya 2 rojan 104 cenazeyên komkujiyê hatibû veşartin, bi bîr xist.

Hate gotin ku Erdogan jî weke DAIŞ’ê, dixwaze civaka Êzidî ji holê rabike.

Yek ji fermandarê YBŞ’ê Dijwar Feqîr diyar kir, ew ê li dijî plana jiholêrakirina Kurdan û qirkirina Êzîdiyan weke hêzên fedaî yên Êzdîxanê gelê xwe biparêzin.

Back to top button