
Pergala bêedaletî û newekheviyê ku Erdogan li Tirkiyê avakiriye, bûye sedama krîzên aborî, civakî û siyasî yên demek dirêje li Tirkiyê. Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê pêngaveke nû bi slogana “Destpêkê Edalet” li Enqereyê ragihand.
Li Tirkiyê faşîzm û bêedaletî, her ku diçe kurtir dibe.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê pêngaveke nû bi slogana “Destpêkê Edalet” li Enqereyê ragihand.
Naveroka pêngavê ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve hat aşkerekirin.
Hevserokên HDP’ê di nirxandinê xwe de diyar kirin civakek encex bi edaletê dikare hebe.
Ger edalet tune be, civak jî tune dibe û welat ber bi hilweşandinê ve diçe.
Di naveroka pêngavê de hate gotin li dijî pergala qeyûm, zayendperstî, bêedaletî, xizantiyê, bêmafî û rejîma zordestî ewê bi slogana ‘destpêkê edalet’ têbikoşin.
HDP’ê ragihand ku wê pêngava wan heta meha Hezîranê bidome.
Hevserokên HDP’ê balkişand tecrîda li ser Rêber Ocalan û berxwedana li zîndanan û got:
Li Girtîgehan her cûre êşkence û danustandinên dij mirovane bi awayek sîstematîk tê sepandin.
Tecrîd a sûcek gerdûnî ye li ser birêz Ocalan ê li Zindana Îmraliyê û girtiyên din wek zextek siyasî tê sepandin û bikaranîn.
Rapora CPT û biryarên Konseya Ewropayê bêhiqûqî, tecrîda girankirî tespît kirin.
Emê li dijî tecrîd, bêedaletî û bêhiqûqiya mezin têbikoşin.”
HDP’ê balkişand li ser nesepandina biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de û got:
Em ê mafê bi awayekî azadî siyasetkirina hemû hêzên muxalefeta demokratîk û civakî biparêzin.
Weke di mînaka Demîrtaş, Kavala û Berberoglû de biryarên ku ji a ji aliyê AYM û DMME’yê ve hatine dayîn pêk bînin.