Çalakiyên greva birçîbûnê li zindanan 74 roj li pey xwe hişt

Çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan li zindanên Tirkiyê, Mexmûr û Yewnanistanê dewam dike. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk diyar kir ku ger Tirkiyeke edalet û demokratîk tê xwestin, wê demê divê bi Ocalan re diyalog pêk bê.

Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 15’emîn dewr girtiye, di roja 74’yemîn de ye.

Li wargeha Mexmûrê jî çalakiya ku bi heman armancê hatî despêkirin ji aliyê koma 27’emîn ve di roja 53’an de ye.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî ev 36 rojin di çalakiyê de ne.

Ahemd Turk: Heta ku tecrîda li ser Ocalan ranebe, Tirkiye demokratîk nabe

Siyasetmedarê Kurd Ahmed Turk jî têkildarî tecrîd û girîngiya Rêber Ocalan di çareseriya rewşa li welat de axivî.

Ahemd Turk balkişand li ser tecrîda li Îmralî û çalakiyên greva birçîbûnê wiha got:

“Tecrîd tê wateya xespkirina maf û edaletê. Ev tecrîd li ser hemû girtiyan tê kirin.

Abdullah Ocalan li vir aktorekî girîng e. Rolekî girîng a vî aktorî ji bo aştî, demokrasiyê heye.

Eger Tirkiyeke adil û demokratîk tê xwestin, divê bi Ocalan û hemû siyasetmedaran re hevdîtin bê kirin.”

Gava vê ya yekem jî divê ewilê vê polîtîkaya tecrîdê ya li ser siyasiyan bê rakirin.

Meşa ciwanên Kurd yên li Almanyayê di roja 4’an de didome

Li derveyî welat jî çalakiyên şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê didomin.

Meşa ciwanên Kurd û enternasyonalîstan ku 5’ê Sibatê li Hanaû ya Almanyayê li dijî tecrîdê dabû destpêkirin di roja xwe ya 4’an de didome.

Back to top button