Dagirkeriya Tirk guhertina demokrafîk û Tirkkirina herêmê didomîne

Dewleta tirk beşek mezin ya xaka bakurê Sûrî dagir kiriye. Li van cihên ku dagirkirin, weke bajarekî Tirkiyê ye tev digere.

Her çiqasî Rêveberiya xweser bang li welatên cihanê û hikumeta Şamê dike ku dengê xwe bike lê bêdengiyek heye. Bi siyaseta Erdogan, li Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Girê Spî û Serê Kaniyê polîtîkayek ya helandina civakê pêk tê.

Dewleta Tirk ku beşkeke mezin ji bakurê Srûiyê dagir kiriye siyaseta xwe ya Tirkkirina herêmên dagirkirî didomîne.

Dewleta Tirk piştî ku herêma Efrînê dagir kir, ji bo ferizkirina dagirkeriya xwe, ji xwe re polîtîkaya helandinê esas girtiye.

Niha jî vê yekê bi rêya avakirina dibistan û zanîngehan li herêmên dagirkirî pêk tîne.

Beriya du rojan jî, ango 6’ê sibatê, serokomarê Tirkiyê Erdogan biyarek din da ku li bajarokê El-Ra’î ya li gundewarê Helebê Fakulteya Bijîşkî were vekirin.

Erdogan bi vê biryarê re careke din dide diyarkirin ku ew herêmên Sûrî yên dagirkirî weke bajarên Tirkiyê dibîne.

Li dijî vê yekê tenê bertek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî derdiket.

Lê bi ragihandina dewleta tirk ya avakirina zanîngehekê li Rayî re hikumeta Şamê deng derxist.

Back to top button