Fermandar Selah Xilêf: Artêşa Tirk û çeteyên xwe bi armanca diziyê êrîş dikin

Tevî heman êrîşên li ser Minbicê doh jî dewleta tirk vê êrîşî gundên Til Temirê kiribû. Di encama bersivdayîna şervanên Meclisa Leşekerî ya Til Temirê de êrîş hatibû têkibirin.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir ku wê li dijî her êrîşekê bersiva pêwist bidin û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê yek dest bin.

Artêşa tirk a dagirker û Çeteyên xwe di her fersendê de êrişî gundên Til Temir yên Kantona Hesekê dikin.

Doh jî çeteyan gundên bakur-rojavayê Til Temir topbaran kirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Selah Xilêf têkildarî rewşa dawî ji kanala me Ronahî tv re axivî.

Xilêf diyar kir ku duh di saetên êvarî de çeteyên Tirkiyê hewil dan bikivin gundê Um El-Kêf lê hêzên wan bersiva êrîşan dan û êrîş şkandin.

Di encama şerê ku nîv saet dom kirî de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Ji bo birina birîndar û cenazeyên xwe jî, artêşa Tirk û çeteyan bi awayekî dijwar dever topbaran kir.

Xilêf da zanîn ku gundê Um El-Kêf bi şêniyan dagirtî ye û bi armanca diziya sewal û mal û milkên şêniyan, Tirkiyê hewil dide gund dagir bike.

Fermandar Xilêf destnîşan kir ku li derdora gundê Um El-Kêf nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê û leşkerên Rûs jî hene, lê ti helwestê nîşna nadin ku hebûna wan weke laşek bi rih e.

Fermandar Selah Xilêf: Em ê heta dawî li ber xwe bidin

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Selah Xilêf di dawiya axaftina xwe de soza berxwedanê heta nuqteya dawî ya xwînê da û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li dijî êîrşên Tirkiyê yek dest bin.

Back to top button