Ji ber helîna qeşayê bendav teqiya, 14 kes mirin bi sedan jî winda ne

Parçeyek qeşaya ku ji Çiyayên Hîmalayan qut bûyî, li bakurê Hindistanê bû sedema felaketê. Ji ber teqîna bendav û rabûna lêhiyê, 14 kes mirin, bi sedan jî winda ne.

Hikumeta eyaleta Ûttarakhand a li bakurê welêt bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha li cihên cuda 15 kes hatin rizgarkirin, 14 cenaze hatin dîtin.

Li gorî rayedaran herî kêm 170 kes hîn jî winda ne.

Şefê polîsên xwecihî jî doh daxuyaniyek da û diyar kir ku tenê li santralên elektrîkê 200 kes winda bûne.

Her wiha 12 kes li tunelekê hatin rizgarkirin, lê belê ji 25 heta 30 kesî li tuneleke din asê mane.

Bi sedan leşker û hêzên paramîlîter bi helîkopteran û balafirên leşkerî tevlî karê rizgarkirinê bûne.

Eyaleta Ûttarakhand li herêma Hîmalaya ye ku çavkaniya ava çemê Ganjê ye.

Li gorî rayedaran parçeyekî ji qeşayê qut bû û ket nava çemê Dhaûlîgangayê.

Bi vê yekê re av ji nişka ve bilind bû, bendavek teng a li gelî teqiya.

Ev yek ji bo sedema, pir û rê hilweşin.

Gundên li derdora çem hatin valakirin.

Back to top button