Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldanên çeteyan şikandin û 5 çete kuştin

Artêşa Tirk û çeteyên xwe êrîşî gundewarê Minbicê kirin. Meclisa leşkerî ya Minbicê jî bersiv da û êrîş şkandin ku di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrîşan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku îro di seat 09:00’an de, komeke çete yên Tirkiyê hewl dan bikevin nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, lê Şervanên meclisê hewldana çeteyan têk birin û di encam de 5 çete hatin kuştin

Her wiha di nava wan de serçeteyê bi navê Mustefa Mehmûd Hec Îbrahîm, ku fermandarê Furqeya 1 a Tugeya 111’an hate kuştin.

Piştî derbeyê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojhilatê Minbicê bi dirêjeya 62 km bi hawnan topbaran kirin. ku heta niha zêdetirî 100 top avêtine.

Gundên ku bûn hedefa êrîşan jî Hoşeriyê, El-Cat, Um Edese, Seyada, Yalanlî, Ereb Hesen, Kawiklî, Bûweyhic, Hûtê, Ewn Dadat û rêya M4.

Back to top button