Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê sivîlek ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.
Li gorî çavkaniyan xwecihî, kesên nenas ku li motorsiklêtê bûn, şêniyê bi navê Ratib Elî Umer kuştin û kesê pê re jî birîndar bû.
Çavkaniyan diyar kirin ku êriş li nêzî komeleya avê ya di navbera bajarokê Şihêl û bajarokê Hewayic ê li rojhilatê Dêrazorê de pê hat.
Bi heman rêbazî kesên nenas îro şêniyê bi navê Tirkî Muxlef ê ji gundê Ibrîhe yê rojhilatê Dêrazorê hate kuştin.