Tevgera DAIŞ’ê zêde dibe, opersyonên li dijî wan jî firehtir dibin û herî dawî 39 çete ketin destê hêzên Iraqî.
Ajansa Istixbaratî ya Wezareta Hundir a Iraqî bi daxuyaniyên cuda da zanîn ku hêzên wan li parêzgehên Nînewa û Enbarê li dijî terora DAIŞ’ê operasyonên cihêreng kirin.
Li Enbarê, 24 DAIŞ’î ketin destên wan. Li Nînewayê jî operasyon bi hevkariya hêzên Antî-Teror yên Nînewayê li dar ket û tê de 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Ev têkoşîna berfireh di çarçovaya bersivadayîna teqînên ku li Bexdayê çêbûbûn de tê.
Li girtîgeha Nasiriye 5 kesên hatin bidarvekirin
Li aliyê din jî, li Girtîgeha Nasiriye ya dikeve Başûrê Iraqê 5 kesên ji ‘terorîzmê’ dihatin mehkûmkirin, hatin bidarvekirin.
Li gorî çavkaniyên Serokomariya Iraqê cezayê bidarvekirina 340 kesî hatiye erêkirin.