Yehya Mehmûd: Dewleta Tirk dixwaze herêmên dagirkirî tevî xaka xwe bike

Serokê Nivîsgeha Partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokrat a Sûrî ya Reqayê Yehya Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmên dagirkirî veguherîne mêtîngehan.

Yehya Mehmûd destnîşan kir ku, dewleta Tirk ti xêrê ji welat re naxwaze, lê berovajî wê dixwaze wê talan bike û ev yek ji sûcên ku li herêmên dagirkirî dike, tê xuyankirin.

Mehmûd anî ziman ku, dewleta Tirk dixwaze herêmên dagirkirî mîna Lîwa Îskenderon tevî xaka xwe bike.

Yehya Mehmûd, bang li civaka navneteweyî, bi taybet dewletên ku xwe weke garantorê gelê Sûriyê dibînin kir ku roleke çalak ji bo derxistina dewleta Tirk ji Sûriyê bixebitin.

Back to top button