Sevtap Akdag: Wê têkoşîna Boxazîçi li her derê belav bibe

Di berxwdana xwendekarên Bogazîçi ya li dijî siyaseta Erdogan a erkdarkirina qeyûman, herî kêm 563 xwendekar hatin binçavkirin.

Li gorî bîlançoya Ajansa Mezopotamaya ya nûçeyan, di çalakiyên xwendekarên zanîngeha Bogazîçi de, ku ji 4’ê Çile ve dest pê kiribû û heta niha 563 xwendekar hatine girtin, 24 jî cezayê malê li wan hatiye birîn.

Berdevka Platforma Hevgirtina Sosyalîst Sevtap Akdag ku tevlî pêngava HDP’ê ya bi navê “Ji bo her kesî edalet” bûbû, diyar kir ku xwendekarên Bogazîçi li hemberî rejîmeke bêhiqûqî li ber xwe didin.

Akdag îşaret kir ku daxwazên xwendekaran demokratîk in û wê têkoşîna wan jî li her derî belav bibe.

Xwendekarên Kobanê piştgirî dan xwendekarên bogazîçiyê

Her wiha Tevgera Xwendekarên Demokratîk ên Herêma Firatê bi daxuayniyekê piştgirî dan serhildana xwendekarên Zanîngeha Boga-zîçiyê û gotin:

Em ê li dijî hemû cureyên desthilatdariyê li ber xwe bidin û piştgiriya xwe ji serhildana Boga-zîçiyê re nîşan didin.

Back to top button