Pentagon: Hebûna me ji bo tunebûna DAI’ê, ne ji bo parastina petrolê ye

Pentagonê ragihand ku hebûna Hêzên Amerîkî li Sûriyê ne ji bo parastina şîrketên petrolê, belê ji bo tunekirina DAIŞ’ê ye.

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkî/ Pentagon John Kirby ji çapemeniyê re ragihand ku misyona wan li Sûriyê ne parastina petrolê ye û ji wan nayê xwestin ku destê alîkariyê bidin şîrketên wê yên taybet.

John Kirby eşkere kir ku jimara Hêzên Amerîkî yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî 900 leşker e û ew tenê ji bo piştgiriya oprasyonên li dijî DAIŞ’ê kar dikin.

Back to top button