WHO: Ti çavkaniyek ku vîrûsa Corona ji lawiran çêbûye ne hat dîtin

Pisporên Rêxistina Tenduristî ya Cîhan ku ji bo derxistin koka Vîrûsa Corona berê xwe dabûn bajarê Wuhan yê Çînê lêkolînên xwe bidawî kir.

hun dikarin dimenê detayên lêkolîna rêxistinê dema li çînê jî bikar bênin..

Pisporan encama lêkolîna xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re parve kir.

Pisporan ragihand ew rastî ti nîşaneyekî ku vîrûs ji lawira çêbûye nehatine.derneketine.

Her wiha şandeyê diyar kir ku ne hatiye piştrastkirin ku vîrûs beriya Kanûna 2019’an li Wuhanê hatiye dîtin.

Beriya niha pêşniyara DYA ya ji bo lêkolînkirina koka vîrûsê ku hatî kirin ji aliyê hikumeta Pekînê ve hatibû redkirin.

Piştî zextên navnetewî ji Amerîka, Awustralya, Almanya, Japonya, Îngilistan, Rûsya, Holanda, Qeter û Viyetnamê pisporan berê xwe dabûn Çînê.

14’ê Çile dema şande giştin welat, bi qasî 2 hefteyan di bin çavdêriyê de mabûn.

Şandeya pisporan li nava bazara Wuhan ku yekemîn car vîrûs lê derketî û bazara lawiran lêkolîn pêk anîbûn.

Di demeke ku ev agahî hatin parvekirin de jimara pêketiyên vîrûsê 107 milyon derbas kiriye, ji van zêdeyî 2 milyon û 338 hezar kesî zêdetir jî mirine.

Back to top button