
QSD`ê 2 berpirsên veguhestina çeteyên DAIŞ`ê di navbera Sûriyê û Iraqê de girtin.
Di çarçoveya operasyonên ku ji hêla QSD’ê ve li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê tên lidarxistin, hêzên taybet ên girêdayî QSD`ê duh li gundewarê navçeya Şedadê operasyonek pêk anî.
Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya ya QSD`ê ragihand ku duh hêzên taybet ên girêdayî QSD û Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke hevbeş li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, pêk anî.
Navenda Ragihandinê destnîşan kir ku operasyon li herêma Til Manix a gundewarê navçeya Şedadê pêk hat.
Di encamê de 2 berpirsên veguhestina çeteyên DAIŞ’ê di navbera Sûriya û Iraqê de hatin girtin.
QSD`ê di 7’ê Sibatê de, bi opersayonekê li gundewarê Hesekê qaçaqçiyekî ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê derdixist, girtibû.