Civîna sêalî navbera Misir, Urdin û Iraqê

Wezaretên karên derve yên Misir, Urdin û Iraqê civînek li dar xist, di civînê de gelek dosyayên cihêreng hatin nîqaşkirin.

Wezaretên karên derve yên Misir, Urdin û Iraqê li Qahîrayê bi serokatiya Misirê civîneke awarte li dar xist.

Wezareta Karên Derve ya Misirê dazanîn ku di civînê de geşedan û qadên stratejîk ên hevkariyê û rêbazên pêşxistina aborî û bejrewendiyên sêalî tevî rewşa gel hatin nîqaşkirin.

Wezaretê diyar kir ku di civînê de li ser rewşa siyasî ya li herêmê, nêrînên li ser dosyaya Filistînê û xebata aştiyê, rewşên li Sûriyê, Yemen û Lîbyayê hatin nirxandin.

Hat eşkerekirin ku divê lihevkirineke ji bo dîtina çareyên siyasî ji aloziyên li van dewletan re were dîtin û destwerdanên derve rawestin, da ku parastina serwerî van dewletan bê kirin.

Back to top button