NY: Di nava Koreya Bakurî û Îranê de hevkariya bernameya Nûkleerî tê meşandin

Koreya Bakurî û Îran ji sala derbasbûyî ve careke din dest bi hevkariya moşekan kiriye. Di rapora NY de hat gotin, Koreya Bakurî bernameya xwe ya nûkleerî berfireh dike.

Li gorî raporeke ku pisporan pêşkêşî Konseya Ewlekarî ya NY kirî ji sala derbasbûyî ve carke din di navbera Koreya Bakurî û Îranê de hevkariya moşekên menzîla dur, bi awayekî veşartî pêk tê.

Li gorî nûçeya ku ajnasa AFP’ê, di raporê de hatiye gotin, ev yek weke “pergalên girîng” hatine destnîşankirin.

Lê Îran îdiayên hevkariyê red dike.

Hat gotin, bi vê yekê re Koreya Bakurî bernameya moşekên nûkleerî û balîstîk yên Konseya Ewlekariya NY binpê dike.

Her wiha Kore bi şandina pergalên bernameyê ji bo welatên derve jî hat tawanbarkirin.

Di rapora zanyarên NY de îşaret bi merasîma leşkerî ya rêvberaya welat hate kirin ku di wan merasîman de moşekên menzîla wan kin û dirêj hatibûn pêşandan.

Serokê Koreya Bakurî Kim Jong Un di merasîma leşkerî ya piştî Kongreya Pratiya Karkeran ya li paytext Pyongyanê de careke din gef li Amerîka xwaribû û weke dijminê welat nîşan dabû.

Back to top button