“Herêm bi saya QSDê ya ku hemû gelan di bin sîwana xwe de dihewîne li ser piya ma”

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî nûçeyên eşîrên Ereb ku li dijî QSD’ê derkevin û ciwanên xwe jê derxin, daxuyaniyek da.

Rûspiyan di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku nûçeyên li ser malperên medya civakî axivîne û banga derxistina fitneyê dikin ew ji rastiyê dûrin.

Her wiha rûspiyan destnîşan kirin ku Herêmên wan bi saya ruhê welatparêziyê yê di navbera civaka de ku ji Ereb, Kurd, Suryan, Keldan û Asûran pêk tê di bin sîwana QSD`ê de ku ji terorê rizgar bû.

Di dawiyê de daxwaz ji eşîrên Ereb kirin ku li hemberî van bangawaziyên derxistina fitneyê û şerê navxweyî armanc dikin, bibin yek.

Back to top button