Amerîka Li Konseya Mafê Mirovan a NY’yê vedigere

Rêvebriya DYA bi serokatiya Joe Biden careke din tevlî Konseya Mafê Mirovan a NY’yê dibe.

Mark Cassayre yê berjewendîparêz ê DYA’yê di dîmeneke berê tomarkirî de diyar kir ku wê Amerîka ji nû ve tevlî Konseyê bibe.

Amerîka dixwaze bicihgirtina li ser maseyê rola xwe ya di têkoşîna bêedaletî û stemkarî ya konseyê de pêk bîne.

Serokê berê Donald Trump sala 2018’an Konseya Mafê Mirovan bi ‘durûtiyê’ sûcdarkiribû û derî girtibû.

Heman demê Trump ji Peymana Avhewayê ya Parîs jî derketibû, pêvajoya derketina ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kiribû û stratejiya felçkirina Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê şopandibû.

NY ji vegera Amerîka li Konseyê keyfxweşe

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric di daxuyaniya çapemeniyê ya li navenda xwe ya Cenevê de got,

Em bi keyfxweşî pêşxwaziya vegera Amerîka li Konseya Mafê Mirvovan a NY dikin.

Back to top button