Di civata Senatoyê de wê ezilkirina Trump were nîqaşkirin

Doza serokê berê yê DYA Donald Trump ya ji ber êrîşa li ser avahiya Kongreyê di rojeva Senatoyê de ye.

Ji ber bûyera êrîşa li ser avahiya Kongreyê ku 6’ê Çileyê pêk hatibû û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dayî serê Trump xistiye belayê.

Îro ezilkirina Trump wê bikeve rojeva Senatoyê.

Meclisa Nûneran bi îdiaya ” sorkirina xwepêşandêran” têkildarî Trump yê 76 salî, di 13’ê Çileyê de, biyara ezilkirina wî ya ji kar dabû.

Piştî Meclisa Nûneran, niha jî doza Trump wê di Senatoyê de were nîqaşkirin.

Ji bo biryara derbarê Trump de were dayîn di vê herî kêm ji sedî 60 Senetor dengê erê bikar bînin.

Lê bi giştî jimara Senatoyên demokrat 50 ne.

Ji bo biryara ezilkirina Trump were dayîn herî kêm pêwistî bi piştevaniya dengê 10 Senatoyên ji Komarparêzan jî heye.

Her çiqasî çend Senatorên komarparêz gotibin wê piştevaniya demokaratan li ser ezilkirina Trump bidin jî lê nayê pêşdîtin ku biyar were erêkirin.

Back to top button