Reya M4 û gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê hatin topbarnkirin

Êrîş û topên dagirkeran ên bi armanca dagirkirinê li ser herêmê tên kirin, bênavber hene û weke her roj duh navçeya Eyn Îsa careke din bû armanca topên wan.

Duh derengiya şeva borî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê dan ber topan.

Dagirkernan di topbarana xwe de, rêya M4 û xwaringeha Nexîl bi çekên giran
kirin armanc.

Piştre çeteyan berê topbên xwe dan gundê Mişrêfê yê 2 km li bakurê navenda navçeya Eyn Îsa ye û ew jî bi dijwarî topbaran kir.

Gundên Şehbayê jî ji aliyê heman dagirkerî ve bûn armanc û zêdeyî 20 top avêtin gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê.

Back to top button