Di şerê hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de, jimarek sivîl li gunedwarên Idlibê birîndar bû.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh hêzên hikumeta Şamê bi giranî nuqteyên çeteyên Tirkiyê li navçeya El-Bara yê Idilbê topbaran kirin û di encamê de, jimarek sivîl birîndar bû.
Çavdêriyê da zanîn ku gundên Cebel El-Zawiyê jî ji aliyê hikumeta Şamê bi dijwarî hatin armanckirin.
Çeteyan jî bersiva êrîşan da û deverên hêzên hikumetê li gundewarên Idlibê dan ber topan.
Her wiha hêzên hikumetê êrîşên xwe yên rojane li dijî nuqteyên çeteyan li Sehil EL-Xab a Hemayê û eniyên Cebel El-Ekrad ên Laziqiyê berdewam dike.