Li Yemenê di encama şerekî mezin de, 20 çekdarên Hûsî li ser destê artêşa Yemenî hatin kuştin.
Artêşa Yemenî ragihand ku li parêzgeha M’rbê di navbera hêzên wan û Hûsiyan de şerekî dijwar qewimî û serçeteyek di nav de, 20 çekdar hatin kuştin.
Li parêzgeha El-Cewf jî a li bakurê welat, hêzên artêşê zêdeyî 10 kemînî ji çekdaran re danîn û di encamê de, gelek Hûsî hatin kuştin û birîndarkirin û hin cebilxane jî ketin destê artêşê.