Mehmûd Patel: Pêngava me ji bo azadî û demokrasiyê pêk bê

Serkokê Koma Xebatên Kurdî ya Başûrê Afrîkayê, têkildarî pêngava bi navê “ji bo Ocalan azadî” ji televizyona me re axivî û got: Armanca wan a sererek ji pêngavê ku civaka navnetewî bi erka xwe rabe û aştî pêk bê. Ev pêngav rojane mezintir dibe û şaxên xwe firehtir dike.. Herî dawî piştî 10 rêxistinên Almanî, 3 saziyên Îtalî jî tevlî bûn.

Serokê koma Xebatên Kurdî ya Başûrê Afrîkayê Mehmûd Patel der barê pêngava “Ji bo Ocalan azadî” ji televizyona me Ronahî re axivî.

Mehmûd Patel behsa girîngî û bandora pêngav li qada navnetewî kir û got:

“Ev pêngav ji bo pêkanîna demokrasiyê li Tirkiye û Bakur û Rojvayê Kurdistanê pêk were û pêşî li siyaseta Tirkiyê bê girtin, hatiye destpêkirin.

Ev pêngava ji bo Birêz Ocalan, heman pêngava ji bo Nelson Mandêla pêk tê, ew jî ji bo azadî û demokrasiyê ye.”

Patel anî ziman ku divê Iraq, Sûriye û Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê di aliyê navnetewî de, bi hev re kar bikin da ku zextê li civaka navnetewî bikin.

Serokê koma Xebatên Kurdî ya Başûrê Afrîka dawiyê teqez kir ku fikirê Rêber APO rêya çareyê ya her pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.


Li Îtalyayê, 3 sazî tevlî vê pêngavê bûn

Ev pêngava mijara gotinê û ji ber bandora felsefeya Rêber APO a xurt, roj bi roj beşdarên wê zêdetir dibin.

Herî dawî, 3 saziyên Îtalî tevlî pêngava “”Ji bo Ocalan azadî” bûn.

Ew jî, saziya li Girava Sardûnyayê ya Îtalya Dibistana Antonîo Gramscî, Kovara çandê ya mehane Îl Bene Comûne Molîse û Sendîkaya Mamosteyan a COBAS’ê ne.

Berî niha,10 rêxistinên li Almanyayê jî tevlî pêngavê bûbûn.

Back to top button