
Konseya Ewlekariya Navneteweyî lihevkirina aliyên Lîbî der barê avakirina hikûmeta nû de pêşwazî kir û banga pabendiya bi pêvajoya siyasî û serweriya welêt kir.
Konseyê bang li desthilata cîbicîker a demkî kir ku di zûtirîn demê de hikûmeta nû li gorî nexşerêyê ava bike.
Her wiha berî hilbijartinên 24 Kanûnê, bi amadekariyên pêwîst rabe, xizmetguzariyên giştî baş bike û lihevanîneke niştimanî li seranserî Lîbyayê çêbike.
Konseyê bang li dewletên endam kir ku piştgiriya pêkanîna bi temamî ya agirbestê bikin û pabendî qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê bibin.
Li aliyekî din, artêşa Lîbî banga derxistina tevahî çete û hêzên biyanî ji welat kir û hişyarî da ku eger Tirkiye bimîne ew ê neçar bibin çekê dîsa rakin.
Li ser vê yekê, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan da xuyakirin ku ew ê dosyaya kişandina hêz û çeteyên xwe nîqaş bikin, eger hêzên din destpêkê ji Lîbyayê derkevin.