Xerîb Hiso: Divê PDK nebe hevkarê dagirkeran

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê serî hilde.

Xerîb Hiso anî ziman ku “Dewleta Tirk bi êrişên li ser Garê sînordar namîne, dixwaze li hemû beşên Kurdistanê, vîna gelê Kurd bişkîne û Bakur û Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têk bibe.”

Xerîb Hiso bal kişand ser girîngiya helwesta Kurdî ya li ser asta siyasî û gelerî ya li dijî dagirkeriyê û got:

“Divê gelê Kurd û gelên Kurdistanê li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin, ji ber ev yek wê dagirkeriyê zêdetir dike”.

Hiso teqez kir ku “Bêdengî xeteriyeke mezin e û tê wateya hevkariya bi faşîzman re û rê li pêşiya wendakirina destkeftiyan vedike.”

Hevserokê TEV-DEM bang li PDK’ê kir ku destê xwe nexe destên dewleta Tirk û li hemberî dagirkeriyê xwedî helwest be.

Back to top button