Mehmûd Osman: Mijar ne PKK ye, Başûrê Kurdistanê ye

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman, têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk bang li hemû derdorên siyasî kir û got: “Mijar ne PKK ye, Başûrê Kurdistanê ye û dibe ku ziyanên wê ji yên li Bakurê Kurdistanê pêkhatine mezintir be.

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman jî anî ziman ku êrîş li dijî xaka başûrê kuridstanê ye.

Mijar ne PKK ye, Başûrê Kurdistanê ye û wê Başûrê Kurdistanê zêdetir zererê bibîne.

Mehmûd Osman diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin û ev tişt got:

Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê weke valahiyekê dibîne. Îtirafê bi Herêma başûrê Kurdistanê nake. Lewma malê xwe dibîne û di hemû aliyan de êriş dike.

Telal Miheme: Divê gelê Kurd li hember dewleta Tirk serî hilde

Hevserokê Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed jî diyar kir ku ev êrîş ji berê de hatine plankirin û wiha got:

“Ev êriş ne nû ne. Ji berê de plana wê hatiye kirin. Armanc tunekirina têkoşîna gelê Kurd e.

Tişta ku ji gelê Kurd tê xwestin, li hember êrişên dewleta Tirk û sûcên ku dike, serî hilde.

Ji ber ku dewleta Tirk hebûna gelê Kurd, doza wî û hemû hêzên kurdistanî dike hedef.

Telal Mihemed teqez kir ku divê hêzên kurdistanî bi taybet PDK’ê destekê nede dewleta Tirk û wiha bi dawî kir:

Dem dema yekitiya hêzan li hember dijminê gelê Kurd e, ne dema hevkariya bi dijmin re ye.

Back to top button