Malbatên Şehîdan bang li dadgehê kir ku doza li dijî kenala Rudaw bişopînin

Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Cezîrê civîna xwe ya salane li Qamişlo li darxist û bi daxuyaniyekê teqez kir ku hemû destkeftiyên ku bi xîna şehîdan bi destketine diviyabe were parastin.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Cezîrê bi amedebûna nûnerên meclisa malbatên Şehîdan li herêmên Qamişlo û Hesekê civîna xwe ya salane li Qamişlo li dar xist.

Piştî civînê mecilsê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kir ku ji bo aktîfkirina meclisan di karê rêxsitinî û paristina destkeftiyên ku bi saya şehîdan bi dest xistine birayrên girîng girtin.

Her wiha malbatên şehîdan piştgiriya xwe ji diyaloga kurdî kirin û piştrast kirin ku aloziya Sûriyê bi pirojeya biraytiya gelan dê çareser bibe.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de bang li Dadgeha Gel ya bajarê Qamişlo kir doza ku li dijî telvziyona Rûdaw vekiriye, bişopînin.

Back to top button