Komîteya Rêbertî ya Rojava li gel keyasetên ku berê bi Ocalan re civiyabûn, rûnişt

 Kesayetên ku beriya niha bi rêber Abdullah Ocalan re civiyane, destnîşan kir ku azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gel e, ji  ber ku di kestayeta rêber Ocalan de hemû gel hat hedefgirtin û dîlgirtin.

Doh ‘Komîteya Rêbertî ya Rojava’ ji bo şêniyên Hesekê yên ku beriya niha li Sûriyê bi rêber Ocalan re rûniştine, civîneke berfireh li dar xist.

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yusif û endamên Komîteya Rêbertî ya Rojava beşdarî civînê bûn.

Foza Yusif komplo şermezar kir û destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan ku 22 sale pêk tê, sûcên li dijî mirovahiyê ye.

Kesayetên ku beriya niha bi rêber Ocalan re civiyane gotin,

Rêber Ocalan her dixwest ku gel li ber xwe bide, mirov bi azadî bijî û dûrî koletiyê bikeve.

Îro ev xwestek pêk tê.

Back to top button