Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê ji bo 2 şevanên YPG’ê ku di berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbûn merasîmek li dar xist.
Şervanê YPG’ê Ehmed Xidiro û Mustefa Mehmûd yên ji Efrînê ne, di dema êrişa li ser Efrînê de dîl ji aliyê dagirekriya Tirk ve hatin girtin û piştre hatin şehîdkirin.
Ji bo herdu şehîdan li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê merasîmek xiyabî pêk hat.
Di merasîmê de ji malbatên şehîdan re sersaxî hate xwestin û soza şopandina riya şehîdan hat dayîn.
Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwişka şehîd Ehmed Xidiro, Cîhan Xidiro diyar kir ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadiya xwe û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêze.
Di dawî de wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.