2 ÇETEYÊN XWEKUJI BERIYA BIGHÊJN NAVA ŞERVANAN HATIN KUŞTIN

Piştî bidawîbûna dema xweradestkirinê ya ku şervanên QSD’ê dabû çete û malbatên wan, doh saet 6’an QSD’ê dest bi operasyonê li dijî çeteyan kir.
Li gorî agahiyan, şer li Baxozê giran e û şervanê derbên giran li wan didin.

 

Nûçgihanê me ragihandin ku, şervan ji sê milan ve bi pêş dikevin û çekên giran li tên bikaranîn.

Di dîmenê ku em bi we re parve dikin de, agir û doman ji ser Baxozê bilind dibe, ev yek nîşaneya şerekî dijwar e.

Nûçegihanên me da zanîn ku şervanên QSD`ê depoyên cebilxaneyê yên çeteyên DAIŞ`ê li gundê Baxozê.

Her wiha 2 çeteyên xwekuj hewl da xwe di nava şervanan de biteqînin, lê ji dûr ve hatin kuştin.

Beriya vê opersayonê, hejmareke çete hewl dabûn birevin, lê şervanan rê li pêşiya wan girtin.

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku, dema dabû çeteyan ji bo xwe radest bikin qediya.

Li gorî navendê di vê demê de, bi qasî 4 Hezar ji çete û malbatên wan, xwe radestî şervanan kirin

Lê belê yên mane, biryara şer dan, ji lewre şervan ji bo têkbirina wan ketin tevgerê de.

Niha li Baxozê şer berdewam e.

Leave a Reply

Back to top button