Fermandariya Eyaleta Garê da xuyakirin ku şerekî dijwar hîn li Garê heye û berdewam e..
Fermandariya Garê têkildarî şerê li herêmê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:
“Şerê giran ê li qada Siyanê hîn jî dewam dike. Di vî şerî de ku bi însiyatîfa hêzên me yên li herêmê li dar e, gelek dagirker hatin cezakirin.
Hêzên dagirker ragihand, ku serpel û efserekî wan hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne, lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin, zêdetir e.”
Fermandariyê her wiha da zanîn, artêşa dagirker kampa ku dîlên şer tê de bûn jî, bombebaran kiriye û ew ê encamên bombebaranê piştre bi par ve bikin.
Çavkaniyên herêmî jî da xuyakirin ku hêzên PDK’ê li qada Siyanê cilên leşkerên Tirk li xwe kirine û li pêşiya wan êrîşî gerîlayan dikin.
Li ser vê yekê, pisporê leşkerî yê Tirkiyeya dagirker Abdullah Agar li ser hesabê xwe yê twîttirê ev agahî piştrast kir û got:
“Hêzên PDK’ê cilên leşkerên me li xwe kirine û alîkariya me dikin.
Ev gava PDK û pêşmergeyan, PKK’ê gelekî aciz
kiriye”.
Agar her wiha teqez kir ku ew ê bi hevkariya PDK’ê, Garê bixin destê xwe.