Merwan Hesen: Divê gelê Kurd piştgiriya şervanên azadiyê bikin

Endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava Merwan Hesen jî diyar kir ku bersivdana êrîşên dewleta Tirk, lidarxistina Kongreya Nîştimanî ya Kurdî ya giştî li ser asta Kurdistanê ye. Merwan Hesen bang li gelê Kurd kir niha li dora şervanên azadiyê yên ku parastina azadî û axa Kurdistanê dikin, bicivin.

Endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava Merwan Hesen diyar kir ku bersivdana êrîşên dewleta Tirk, ew e ku Kongreya Nîştimanî ya Kurd a giştî li ser asta Kurdistanê li dar bikeve.

Herî dawî dagirkeriya Tirk êrîşeke dagirkeriyê ya berfireh li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê li herêma Garê bi hevkariya PDK’ê daye destpêkirin.

Lewra Merwan Hesen, ji gelê Kurd xwest ku niha li dora şervanên azadiyê yên ku parastina azadî û axa Kurdistanê dikin, bicivin.

Hesen îşaret bi armanca êrîşan kir, ku ya sereke têkbirina destkeftiyên gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.

“Bersiva êrîşan lidarxistina kongreya niştimanî ya Kurdî ye”

KNK’ê her hewl daye nakokiyên bigirêk ên di navbera hêzên Kurd de çareser bike û hê jî ev hewldan heta niha berdewam in.

Endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava da zanîn ku niha şandeyek ji KNK’ê ji bo vê yekê li Başûrê Kurdistanê ye.”

Merwan Hesen bang li partiyên Kurd kir ku divê têkiliyên wan bi hêzên dîtir, ne li ser hesabê doz û gelê Kurd bin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Back to top button