Medyaya desthilata Başûr berdevkiya şerê artêşa Tirk dike

Medyaya desthilatê ya Başûr û hinek dezgehên ku idia dikin ew mûxalif in jî, li beramberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk li dijî gerîlayên PKK’ê û axa Başûrê Kurdistanê, xwe li bêdengiyê danîne.

2 roj in, Artêşa Tirk a dagirker planeke nû ya dagirkeriyê li dijî herêma Garê ya Parêzgeha Dihokê daye destpêkirin û medyaya Başûr xwe kerr kiriye.

Li herêmê şerekî dijwar di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de rû dide.

Dewleta Tirk 52 km dûrî sînor hatiye axa Başûr dagir dike, ji asmanî û bejahî, êrîşî Gerîla dike, ragihandina alîgir û desthilatê ya Başûrê Kurdistanê jî ji nedîtîve tê.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê û rêveberiya şerê taybet, bi pêkanîna vî şerê taybet û derûnî û bi veşartina wendahiyên xwe, hewl dide binkeftina xwe veşêre.

Ragihandina PDK’ê ku timî rewatiyê dide êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê, tenê di asta dayîna nûçeyan de dimîne û hewl dide rola PDK’ê ya dagirkeriyê binixumîne û pêşî li nerazîbûnên gel ên li dijî wê bigire.

Beşeke mezin a van navgînên ragihandinê yên alîgir, ku hinek ji wan idîa dikin ew mûxalif in, daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyê dîtin, lê ya Fermandariya Hêzên Parastina Gel (HPG) ji nedîtîve hatin.

Hinek dezgehên ragihandinê jî dibin navê bêalîbûnê de, bi heman şêweyî nêzî Tirkiye û Tevgera Azadî ya Kurdistanê dibin.

Ji derveyî şopandina şer û berxwedana li Garê û dayîna nûçeyan, bi ti awayî cih ji nêrîna rewşebîran, aliyên siyasî û hwd re di ragihaninê de nadin û bi rojevên çêker re hewl didin gel mejûl bikin.

Back to top button