Feleknas Uca: Armanca amadekariya fermaneke nû ye

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku hikûmetên Bexda, Hewlêr û Enqerê armanc dikin ku fermanek din pêk bînin û got: “Yên ku Şengalê tenê û bêparastin hiştibûn carek din dixwazin li ser Şengalê fermanek nû pêk bînin.

Gef û êrişên ji bo dagirkirina Şengalê di domin.

Ev jî bi hevrebûna polîtîkayên dagirkirinê yên PDK- Iraq û Tirkiyê dimeşin.

Têkîldarî mijarê parlementera HDP’ê ya Êlîhê Feleknas Uca ji ajansa Jinnewsê re axivî.

Feleknas Uca: Peymana li ser Şengalê bi destê Tirkiye û amarika pêk hat

Feleknas da zanin ku peyamana li ser şengalê di bingeh de bi destê dewleta Tirk û Amarikayê pêk hatiye û diyar kir ku piştî peymanê niha rêbazên cuda dixin meriyetê.

Feleknas Uca: Yên Şengal tenê hiştin carek din dixwazin fermanek nû pêk bînin

Feleknas anî ziman ku Şengal navendekê stratejik e û ji bo wê dixwazin Rojava û Şengalê ji hev qut bikin û got;

“Yên ku Şengalê tenê û bêparastin hiştibûn carek din dixwazin li ser Şengalê fermanek nû pêk bînin. Em dizanin ku ev hevdîtin ne tesadûfî ne.

“Kesên nikare biçe civaka Êzîdîre hevdîtina bike nikare biryaran bide”

Feleknas bilêv kir ku bi van êrişan vîna civaka êzidî tune tê hesibandin û wiha domand;

Divê nêzîkatiya PDK’ê ya li hemberê wan planan paş guh de neyê hiştin.

Divê em bipirsin; çend caran hikûmeta başûrê Kurdîstanê çûye Şengalê û bi rêveberên Şengalê re hevdîtîn pêk anîn e ku dixwazin li ser civaka êzidiyan biryare bidin.

Ew kesên ku hê nîkare biçe cîvaka êzidî re hevdîtinan pêk bîne nikare derbarê êzidiyan de biryaran jî bigire.”

Feleknas Uca: Dixwazin nexşa Rojhilata Navîn ji nûve xêz bikin

Feleknas destnîşan kir ku Lozanekê duyemîn li ser Şengalê tê armanc kirin û da zanin di sedsaliya Lozanê de dixwazin nexşa Rojhîlata Navîn ji nûve xêz bikin û wiha pêde çû.

Niha Lozanakê dûyemîn li ser Şengalê tê kirin.

Bi vê yekê ne tenê Şengal, Rojava û başûrê Kurdîstanê tevahî tê de cih digire.

Feleknas Uca: Bi têkoşînê emê lîstokan vala derxînin

Feleknas, da zanîn ku li tevahiya Rojhilata Navîn êriş û pevçûnek heye û wiha dawî li axaftina xwe anî:

Li hemberê îradeya gelên Rojhîlata Navîn plan û lîstik tên pêşxistin. Lewra pêwîst e ku em bi hev re ji bo jiyanek azad; têkoşîna xwe bihêz bikin,

Back to top button