KJK’ê: Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê wê bi têkoşîna hevpar têk biçe

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku dem hatiye ew 15’ê Sibatê ji roja qirkirinê derxînin û veguherînin salvegera serketinê ya hêviyê û bi vê bawerî û seknê têkoşînê bigihînin asta encamgirtinê.

Bi nêzîkbûna salvegera 22’an a komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek nivîskî da.

KJK’ê destnîşan kir ku sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê wê bi têkoşîna hevpar a gelên herêmê û cîhanê bê têkbirin û got:

Hêzên navneteweyî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê welê bi rêxistin kirin ku xwestin hûrikek hêviyê jî nemîne.
Li dijî vê sîstemê, Rêber Apo bi milîtaniya herî mezin a dîrokê şer kir, bi berxwedana xwe hêvî, fikrê azad, îradeya azad,ruhê azad bi navê jinan û mirovahiyê mezin kir.

KJK’ê da zanîn ku komploya 15’ê Sibatê ku gava destpêkê û ya herî faşîzan a Şerê Cîhanê yê 3’emîn e, hewldana sîstema dewletperest û desthilatdarî-perest a ji bo tunekirina têkoşîna jin û gelan e.

KJK’ê diyar kir ku azadiya Rêber Apo yekane rê û çare ye ku derfetê bide vê hêza çareseriyê ji bo paşerojê bi rêxistin bike û wiha anî ziman.

Bi azadiya Rêber APO re, mezinkirina têkoşînê û rêxistiniya hevpar ji her demê bêhtir derfetên xwe hene û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê li pêşberî vê têkoşîna eniya hevpar ti şensê xwe yê serketinê nîne.

KJK’ê: Divê têkoşîna di asta encamgirtiyê de bê bilindkirin

Koordînasyona KJK’ê di dawiyê de got:

Dem hatiye ku em 15’ê Sibatê ji roja qirkirinê derxînin, veguherînin salvegera serketinê ya hêviyê û bi vê bawerî û seknê têkoşînê bigihînin asta encamgirtinê.

Em ê azadiya Rêberê xwe, jinan û gelan teqez misoger bikin.

Back to top button