Ji bo rêbazên parastinê, QSD`ê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya

Fermandariya Giştî ya QSD`ê ji bo nîqaşkirina rêbazên parastina cihên dîrokî yên li herêmê bi Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser re civînek li dar xist.

Fermandarên QSD`ê û Asayîş û nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Rêveberiya Parastina Şûnwaran, astengiyên li pêş parastina cihên dîrokî şîrove kirin.

Di civînê de teqezî bi van xalan hate kirin:

– Pabendiya QSD`ê bi perspektîfên leşkerî yên di 12`ê Cotmeha 2020`an de derketine yên girêdayî parastina milkên çandî.

– Pabendiya bi peymanên navneteweyî û qanûna bi hejmar 4’an a 2019`an a Rêveberiya Xweser ku berê derbarê parastina şûnwaran de derketibû.

– Zêdekirina xebatên di navbera Rêveberiya Parastina Şûnwaran û hêzên ewlekariyê de.

Back to top button