Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) û Kurdên Rûsyayê bi daxyaniyên cuda, êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Garê şermezar kirin û bang li Iraq û NY`yî kir ku destwerdanê bikin da ku şerê qirkirina komî li dijî gelê Kurdistanê, rawestînin.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) bi daxuyaniyek niviskî êrîşa faşîst a li dijî hêzên Tevgera Rizgariya Kurdistanê şermezar kir.
PYD’ê diyar kir ku bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û ji bo qirkirna gelê Kurd, ev êrîş pêk tê û got:
“Dewleta Tirk hîna îsbat dike ku zihniyeta înkarkirin û tunekirina hebûna Kurdan dimeşîne û ji cîhanê re feraseta pêkanîna komkujiyan û qirkirina li dijî gelê Kurdistanê nîşan dide”
Meclis PYD’ê di daxuyaniya xwe de bang li NY`yî, dewletên mezin û aktîv û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin da ku şerê qirkirina komî li dijî gelê Kurdistanê, rawestînin.
MXDŞ: Divê hemû Kurd li dijî vê planê dakevin qadan
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbarê êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Garê daxuyanî da.
MXDŞ’ê , êrîşa dewleta Tirk şermezar kir û anî ziman ku ew vê êrîşa li ser Garê weke êrîşa li ser Şengalê dibînin.
Meclisê destnîşan kir niha PDK bi dewleta Tirk re bûye yek û di hemû êrîşên dijî gelê Kurdan de destekê dide wan.
MXDŞ’ê bang li hikûmeta Iraqê kir ku rê li ber van êrîşan bigire û bang li gel jî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê dakevin qadan.
Kurdên Rûsyayê: Ev plana tinekirina destketiyên Kurdan e
Kurdên li navçeya Krasno-kûtskî ya Saratova Rûsyayê jî bi daxuyaniyekî êrîşên dewleta Tirk a li dijî Garê şermezar kirin û gotin:
“Ev êrîşên li dijî qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê parçeyekî plana dagirkeriya Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk a faşîst li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd êrîşan dike.”