Li Efrîn..dagirkeran ji navçeyên Cindirêsê û Şera 2 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji navçeya Şera û Cindirêsê 2 sivîl revandin. MIX

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrinê – Surî ragihand ku duh, çeteyan ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê ciwanê bi navê Mehmûd Mehmûd 18 salî revand.

Di heman rojê, ji gundê Qurtqila biçûk yê Şera çeteyan şêniyê bi navê Eslan Mistefa Horo revand,

Li gorî Rêxistinê, çeteyan bi bihaneyên ne rast her du sivîl ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

Dagirkeriyê gelek kes ji eşîra El-Meşhûr revandin

Çete ne tenê li Efrînê li Gisê Spî ya dagirkirî jî heman karî dikin.

Hate ragihandin ku çeteyan duh bi ser gundê Til Ebyed ê Rojhilat ê Girê Spî de girt û gelek sivîl ji eşîra El-Meşhûr revandin.

Ji yên hatine revandin, kesên bi navê Mistefa Ehmed El-Mistefa û bavê wî Ebdulhekîm Mistefa diyar bû.

Çeteyan li efrîna 70 malên efrîniyên koçber destser kirin

Li aliyekî din, li Taxa Efrina Kevin a navenda Efrînê serçeteyekî koma bi navê “Polîsa Leşkerî” ya girîdayê dagirkeriya Tirk, 70 mal yên Efrîniyên ku bi darê zorê hatin Koçberkirin, destser kirine.

Li taxa Eşrefiyê yê Efrînê jî, çeteyekî mala Menan Mihemed yê ji gundê Bêlê yê Bilbilê a ku destserkiriye bi hezar û 700 dolar firot.

Back to top button