Wezîrên 7 welatn derbarê rewşa li Rojhilata Navîn û Deryaya Spî civiyan

Li Yûnanistanê, wezîrên derve yên 7 welatan derbarê rewşa li Rojhilata Navîn û aloziya li Deryaya Spî civiyan.

Îro pêncşemê, li paytexta Yûnanistanê Etînayê bi beşdariya wezîrên derve yên 7 welatn forumeke bi navê “Foruma Hevaltiyê” pêk hat.

Di forumê de, Wezîrên Derve yên Misir, Siûdiyê, Urdun, Îmarat, Behreyn, Yûnanistan û Qibrisê beşdar bûn.

Di kongreya çapemeniyê de, Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şikrî derbarê destwerdanên hêzên biyanî di welatên Ereban de berteka xwe nîşan da.

Samih Şikrî got:

“Ji ber lawazbûna têkiliyên navbera welatên herêmê û nerêzgiritina prensîbên Netewên Yekbûyî, hêzên biyanî hebûna xwe ser xaka Ereban fireh dikin.”

Şikrî bang li Konseya Ewlehiyê kir ku li gorî prensîbên xwe tevbigere û aramiya li herêmê pêk bîne.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan jî axivî û destwerdanên derve ser welatên herêmê şermezar kir.

Feysel Bin Ferhan diyar kir ku ji bo pêkanîna aramiya li hermê ew ji bo destpêkirina têkiliyan bi hemû welatan re amade ne.

 

Back to top button