Şêniyên Reqayê cenazeyê 4 şehîdên Asayîşê yên Reqayê oxir kirin

Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarê wê cenazeyê 4 endamên asayîşê li goristina şehîdan a li gundê El-Hikumiyê oxir kirin.

Endamên asayîşê Elei Ibrahîm, Amir El-Bedir, Reşîd El-Zahir û Eymen El-Mihemed dema li ser erkê xwe bûn li bajaroka Kubiş ya li bakur rojavayê bajarê Reqayê şehîd bûn.

Li gorî daxuaniya Asayîşê, 8’ê Sibatê di enacama êrîşa çeteyên terorîst de her çar enadamên wan hatin şehîdkirin.

Di merasîma oxirkirina her çar şehîdan de ji fermandarên asayîşê Winsan Mihemed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xestin û soza şopandina riya şehîdan da.

Hevserokê Mecilsa Sivîl a Reqayê, Mihemed Nûr El-zîb, axivî û diyar kir ku ji bo awlehî û aramiya herêmê, şehîdên me canê xwe dan.

Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hat xwendin û radestî malbata wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hat oxirkirin.

Back to top button