LI VENEZUELAYÊ KEHREBE JI 4 ROJAN DE LI SER WELÊT QUTKIRÎ YE

Li gel aloziya mirovî û kêmbûna derman û xwarinê… qutbûna kehrebe jî tevgera jiyanê li Venezuelayê pûç dike.

Wezîrê ragihandinê yê Venezuelî Xorxê Rodrîgêrz ragihand ku hikumeta Venezuelayê wê dibistan û kargehan ji ber berdewambûna qutbûan kehrebê, rawestîne.

Rodrîgêrz tiwîtek li ser hesabê xwe belav kir û got:

Bi fermana hikumeta Venezuelayê, dibistan wê werin girtin.

Li gorî ajansa AFP, ji ber qutbûna kehrebê heta niha zêdetirî 15 nexweşên gurçikan li nexweşxaneyan mirine.

Kehrebe ji roja Pêncşemê de li 23 herêmên Venezuelayê hatiye qutkirin.

Hikumet jî vê yekê weke karekî xerabiyê dibîne û Amerîka tawanbar dike.

Li aliyekî din, Nûnerê Amerîkî yê taybet ji bo Venezuelayê Elyot Abrams ji Ruetersê re axivî û got:

Me welatê Hindistanê ji bo hew neftê ji hikumeta serok Nicolas Maduro bikire, hişyar kir û me ji Hindistanê xwest ku piştgiriya serokê muxaleftê Juan Guido bike.

Leave a Reply

Back to top button