DYA: Di mijara S-400 de helwesta me ne hatiye guhertin

Di her fersendê de Amerîka di mijara S-400 yên ku Tirkiye ji Rûsya kirî di, helwesta xwe diyar dike.
Tirkiyê di mijara S-400’î de herî dawî banga ‘danûstandinê’ kiribû.
Wezareta Karên Derve ya DYA careke din bi awayekî eşkere ragihandin ku helwesta wan a di vê mijarê de neguheriye.
Amerîka bang li Tirkiyê kir ku S-400’î vegerîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Ned Price diyar kir ku di mijara sîstema parastina hewayî ya S-400’î de ku Tirkiyê ji Rûsyayê kirî ye, helwesta wan neguheriye.

Prîce bi bîr xist ku S-400 li sîstema NATO’yê nayê û destnîşan kir ku li gel ‘berjewendiyên hevpar’ her wiha di navbera wan û Tirkiyê de ‘dubendî’ jî hene.

Berdevk bi bîr xist ku di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Rêya Pêkanînan a li dijî Neyarên DYA’yê (CAATSA) de pêkanînên di meha Kanûnê de li ser Tirkiyê hatine ferzkirin ji ber kirîna S-400’î hîn jî di meriyetê de ne.

Prîce gefa ewlekariyê ya S-400’î ya li ser sîstema parastinê ya NATO’yê bi bîr xist û got,

Ev yek li berpirsyariyên Tirkiyê nayê ku endamekî NATO’yê ye.

Prîce diyar kir ku ew bi israr din ku Tirkiye S-400’î li gel xwe nehêle.

Berdevk anî ziman ku Wezîrê Karên Derve Antony Blînken dikare rojên bê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re hevdîtinekê bike.

Sîstema parastinê ya S-400, ku Rojava jî di nav de ji bo di gelek mijaran de tawîzan werbigire AKP’ê weke amûreke şantajê xiste rojevê, hîn jî bi kar neaniye.

Herî dawî Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar anîbû ziman ku ew dikarin vê sîstemê bi kar neynin û amade ne bi rêveberiya nû ya DYA’yê re danûstandinan bikin.

Daxuyaniyên dawî yên Bedevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîka weke bersiva li gotinên Akar tê nirxandin.

Back to top button