Biden: Saziyeke taybet bi şopandina Çînê hatiye avakirin

Çîn tevî hemû zextên Amerîka di warê aborî de pêş dikeve û ev yek jî Waşîngton dixe nava metirsiyan.
Bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re ji bo hevkiriya bi Çînê re planên nû têne danîn.
Rêveberiya Amerîka ya, Çîn weke ‘hevrikê sereke yê stratejîk’ pênase kir, ragihand ku ji bo polîtîkayên têkildarî vî welatî diyar bike, wê di bin sîwana Pentagonê de komeke xebatê ava bike.

Komara Gel a Çînê di dehan salên dawî de bi rêk û pêk mezin bû, di dema nêz de ji aliyê aborî ve wê Amerîka li pey xwe bihêle.

Ev yek jî wê bibe sedema ku Çîn bibe hêza sereke ya cîhanê.

Li gel xurtkirina têkiliyên aboriyê yên Çînê bi Ewropa û Afrîkayê re, her wiha hewldanên wê yên ji bo serweriya li derya Asya Başûr-rojhilat, DYA’yê dixe nava fikaran.

Di dema Donald Trump de baceke zêde li gumrukê li ser vî welatî hate ferzkirin û bi vî rengî hewl hate dayin ku valahiya bazirganiya derve ya bi sedan milyar dolarî ya bi vî welatî re bê girtin.

Lê ev hewldan bi ser neket.

Ji rêveberiya Joe Bîden jî hate ragihandin ku ev hevrikî wê dewam bike.

Piştî serdana Wezareta Karê Derve ya serokê welat ku hefteya derbasbûyî pêk anî, doh jî Biden serdana Pentegonê kir.

Joe Biden tevî Wezîrê Prastinê Lloyd Austin di nav de bi qasî saetekê li gel fermandarên welat civiya.

Biden têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo diyarkirina polîtîkayên li dijî Çînê wezîfeyeke nû ji Wezareta Parastinê (Pentagon) re hatiye dayin.

Biden ragihand ku di bin sîwana Pentagonê de wê komeke xebatê ya ji 15 kesan bê avakirin ku ji şêwirmendên leşkerî û sivîl pêk bê.

Serokê DYA got,

Ev koma xebatê wê bike ku di pirsgirêkên têkildarî Çînê de em bi lez û bez biryaran werbigirin.

Biden diyar kir ku têkildarî karên Çînê pêwîstî bi hevkariya Demokratan û Komargeran a li Kongreyê heye û bivê yekê wê karibin li ber zor û zehmetiyên Çînê rabin.

Tê payin ku koma xebatê ya di bin sîwana Pentagonê de herî dereng di nava 4 mehan de gavên divê werin avêtin pêşkêşî Wezîrê Parastinê Lloy Austîn bike.

Pentegonê jî li ser mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parvkiribû.

Xala sereke ya Hêza Erka Çînê ku wê di bin siya Wezareta Parastinê de tevger bike, wê li ser polîtîkayên girêdayî Çînê, analîzên program û pêvajoyên heyî kar bike.

Back to top button