Li Yûnanîstanê beriya dengdana reforma ji bo zanîngehan di navbera xwendekar û polîsan de pevçûnên dijwar rûdan.
Doh li paytext Atîna û bajarê Selanîk yên herî mezin, xwendekaran li dijî pêşnûmeya ku distûrê dide polîs bikeve zanîngehê xwepêşandan pêk anîn.
Di nava polîs û xwepêşandêran de pevçûnên dijwar derketin.
Xwendekarên ku bi şuşe, kevir û molotofan êrîşî polîsan kirin, rastî bertekek tund ya hêzên ewlekariyê hatin.
Di xwepêşandanên li ber avahiya parlamentoyê pêk dihatin de 2 kest hatin binçavkirin.
Rêveberiya Atîna bi hinceta parastin û rêgirtina li pêşiya madeyên dema wan derbasbûyî ya ji bo zanîngehan ev biryar derxistibû.
Wezîra Perwerdê Niki Kerameus di axaftina xwe ya li parlementoyê de wiha gotibû:
Êdî dema dawî anîna bêqanûniya dehê salan li zanîngehan tê meşandin û atmosfera metirsîdar hatiye.
Partiya Mixalîf a Çep jî tevî xwendekaran li dijî tevdîrên tund yên li dij vîrûsa Corona û derxistina pêşnûmeya qalawê tê kirin, derdikevin.