Çekdarên Roj cihê xwe di êrîşên li dijî Garê de girtine

Beşek ji “Çekdarên Roj” cihê xwe di êrişên dagirkeriyê yê li ser Garê de girtin û bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin.

Li gorî acansa ANF’ê, beşek ji hêzên “Çekdarên Roj” cihê xwe di êrişên dagirkeriyê li ser Garê de digirin û bi dewleta Tirk re şer li dijî PKK’ê dikin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku beşek ji hêzên “Çekdarên Roj” ên ji Rojava ji xeta welatparêziyê derketine û ber bi çetebûnê ve çûne, hate ragihandin ku tev li êrişên dagirkeriyê bûne.

Çavkaniyan anî ziman ku ji hêzên “Çekdarên Roj” ên di nava xwe de bi nakok in, beşên ku qebûl nakin tev li êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Garê daye destpêkirin, bibin, ji erkê tên girtin, li şûna wan pêşmergeyên PDK’î tên bicihkirin.

Roja 10’ê Sibatê ku êrîşên dagirkeriyê destpê kir, komeke ji 6 kesan ên Çedarên Roj li nuqteya Şermîn a bajarokê Bakirman a Akrê ya Başûrê Kurdistanê bicih bûbûn.

Back to top button