DYE: EM HÊZVÎDAR IN KU FRANSA Û BRÎTANYA HÊZÊN XWE LI SÛRIYÊ BIHÊLIN

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka John Bolton ji televizyona ABC re axivî.
John Bolton mijara hevkariya Fransa û Brîtanya bi Emerîka re li Sûriyê anî ziman.

Bolton diyar kir ku der barê hevkariya Fransa û Brîtanya bi Emerîka re li Sûriyê, Qesra Spî hêvîdar e.

Di axaftina xwe ya bi televizyona ABC re, Şêwirmendê Emerîkî wiha got:

“Ez bi hempîşeyên xwe yên Frensî û Brîtanî re civîyam û ew niha mijarê dinirxînin.”

John Bolton got ku serfermandariya giştî ya artêşa Emerîkî, Joseph Dunford, ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya hevbeş li Sûriyê, hewldanên xwe dike.

Her wiha Bolton diyar kir ku tevî ziyanên mezin jî, lê hema xeteriya DAIŞ’ê heye.

Şêwirmendê Emerîkî dest nîşan kir ku armanca sereke ya hiştina hêzên Emerîkî li Sûriyê, misogerkirina têkbirina DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê ye.

Leave a Reply

Back to top button