Di şerê li Yemenê de herî kêm 26 çekdarên Hûsî hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Parlamena Ewropî jî bi piraniya dengan, biryara bidawîkirina aloziya li Yemenê erê kir. Her wiha şanderê NY bo Yemenê teqez kir ku desteka navdewletî, rê li ber çareseriyeke mayînde li welêt vedike.
Artêşa Yemenê ragihand ku di şerê li parêzgeha Cewf a li bakurê welêt de, bêhtirî 26 çekdarên Hûsî hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.
Artêşê bi daxuyaniyekê teqez kir ku şerê li dijî Hûsiyan berdewam e û wan gelek çek û cebilxane desteser kirine.
Ev çend roj in di navbera artêşa Yemenê û çekdarên Hûsî de şerekî giran rû dide û heta niha artêşê gelek êrîşên Hûsiyan şikandine.
Parlamena Ewropayê biryara bidawîkirina şerê li Yemenê erê kir
Di heman çarçoveyê de, duh Parlamena Ewropayê bi piraniya dengan, biryara bidawîkirina şerê li Yemenê erê kir û teqez kir ku ji bilî danûstandinan, ti çareserî ji aloziya Yemenê re tune ye.
Griffiths: Desteka navdewletî rê li ber çareseriyeke mayînde vedike
Şanderê Amerîkî bo Yemenê Timothy Linderking jî ragihand ku rola neyînî ya Îranê li Yemenê, rewş aloztir kir.
Linderking li Riyadê, bi serokê Yemenî Ebid Rebû Mensûr Hadî re civiya û teqez kir, ew ji bo aştiyê û gihîştina lihevkirinekê ku Yekîtiya Yemenê û aramiya wê diparêze, kar dikin.
Ji aliyê xwe ve şanderê NY bo Yemenê Martin Griffiths diyar kir, ku destekeke navdewletî bo bidawîkirina şerê li Yemenê derketiye holê û ev yek rê li ber çareseriyeke mayînde vedike.
Griffiths teqez kir, ew ê bi hemû aliyên herêmî û navdewletî re kar bike da dawî li tundiya li Yemenê bînin û bigihêjin çareseriyeke aştiyane.