Rêveberiya Biden: Vegerandina DAIŞ’iyan bo welatên wan, bijardeya herî rast e

Rêveberiya serokê Amerîkî Joe Biden jî, fişarên rêveberiya berê ya welêt, der barê vegerandina malbatên DAIŞ’ê yûn li Kampa Holê bo welatên wan, dubare kir.

Alîkarê balyozê Amerîkî li NY Jeffery Dolores di civîneke online a Konseya Ewlekariyê de hişyarî da û got:

”Eger civaka navdewletî welatiyên xwe wernegire, wê gefa DAIŞ’ê li ser cîhanê zêde bibe.”

Dîplomatê Amerîkî dibîne ku bijardeya herî rast ji aliyê ewlekarî ve, vegerandina van kesan bo welatên wan e.

Li gorî daneyan, 90 % ji zarokên DAIŞ’ê yên di kampan de, temenê wan kêmî 12’an e û 50 % kêmî 5 salan e.

Dolores her wiha hişyarî da ku metirsiya derketina nifşekî tundrew zêdetir dibe.

Li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî 12 hezar zarok û jinên çeteyên DAIŞ’ê hene û piraniya wan li kampa Holê ya kantona Hesekê ne.

Back to top button