Ne bes e ji malên xwe hatin koçkirin, niha mal û milkên wan tên dizîn û şewitandin. Duh çeteyan 5 mal li gundewarên Til Temirê dizîn û şewitand.
Li gorî dagahiyên ji herêmê, artêşa dewleta Tirk û çeteyên xwe li gundê Qasimiyê yê navçeya Til Temirê 5 malên ku xelkên wan ji ber êrîşan koçber bûne, dizîn.
Heman agahî ji aliyê Çavdêriya Sûrî jî hat piştrastkirin û ragihand ku piştî çeteyên Tirkiyê mal dizîn, agir bi malan xist û şewitandin.
3’yê vê mehê û li heman gundî komên çete dîsa 4 mal şewitandibûn.